Serok Barzanî: We piştrast dikim ku serxwebûn di rê de ye

Washington-KDP.info– Serokê Herêma Kurdistanê bi berfirehî behsa çarenivîsa Kurdistanê kir û got, îro be yan sibe, dewleta kurdî dê were ava kirin
Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî penêla Enstîtuya Konseya Atlentîkê (Atlantik Council) bû û têde bi berfirehî behsa şerê DAIŞê û çarenivîsa Başûrê Kurdistanê kir û got, îro be yan sibe, dewleta kurdî wê were ava kirin.
Mesûd Barzanî anî ziman ew hatine Washingtonê sipasiya gelê Amerikayê bike û wiha got: “Em hatine sipasya xwe ji bo xelkê Amerîka û rayêdarên wê li ser wan alîkariyên leşkerî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine di şerê li dijî DAIŞê de û di vê dema teng de piştevaniya gelê kurd kirine, pêşkêş bikin. Rola Amerîka û hevpeymaniya navdewletî di wî şerî de gelek girîng e.”
Serok Barzanî diyar kir rêxistina DAIŞê baskeke yê El Qaîdê ye û li dijî aştî û aramiya cîhanê ye.
Serok Barzanî wiha got: “Cîhê ku DAIŞ lê; demokrasî û azadî nîne. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku heybet û mezinahiya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikestin. Kurdistan bi saya vê yekê bû stareya mexduran. Plana DAIŞê ew bû ku piştî Mûsilê êrişê Herêma Kurdistanê bike, lê pêşmerge ew plana DAIŞê têkbir.”
Serok Barzanî destnîşan kir DAIŞê bi çekên artêşa Iraq û Sûriyê êriş kirin û Hêzên Pêşmerge li Kobanî jî êrişên rêxistinê têkbirin.
Derbarê referanduma çarenivîsa Başûrê Kurdistanê de jî Barzanî wiha got:
“Şerê ligel DAIŞê bû sedama paşvexistina referanduma çarenivîsê. Em hêj do şerî de ne. Wexta şerê DAIŞê qediya, referandûma serxwebûna Kurdistanê dê bê kirin. Ti hêz nikare pêşî li ber Kurdan bigire ku çarenivîsa xwe diyar bikin.”




