Xelîlzad: Serdana Serok Barzanî gellekî girîng e..Mafê kurda ne petrola xwe bifroşin

Washington-KDP.info- Dîplomatkarê amerîkî û yekem balyozê Amerîka li Iraqê piştî rûxana rêjîma Sedam Husên, Zalmay Xelîlzad ragihand ku, çekên kurdan neba na jî, her dê şerê DAIŞê kiribana.
Zalmay Xelîlzad derbarê civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Amerîka Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden de ji Rûdawê re ragihand ku civîn serkeftî bû û tê de behsa awayê kontrolkirina Mûsilê jî hat kirin.
Zalmay Xelîlzad wiha got: “Eger Bexda çekan nede Kurdistanê, divê Amerîka vê pirsê çareser bike û rasterast çekan ji Kurdistanê re bişîne.”
Xelîlzad wiha domand: “Li cem Amerîka, serdana Barzanî girîng e, ji ber ku Herêma Kurdistanê gellek qurbanî bo şer daye li şûna hemû cîhanê. Çekên kurdan neba na jî, her dê şerê DAIŞê kiribana.”
Xelîlzad diyar kir ku di civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê û serokê Amerîka û cîgirê wî de, behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsa Sûriyê jî hat kirin.
Derbarê cîhbicîhkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê jî, Zalmay Xelîlzad wiha got: “Tevî ku kurdan erkê xwe di şandina petrolê de, bi cîh aniye, lê hêj budce û mafê xwe wernegirtiye, lewma ji mafê wê ye ku petrolê hinarde bike da ku jiyana welatiyên xwe birêve bibe, ku dibe li cem Amerîkayê normal be.”
Piştî civîna şevê din, Barzanî di li Navenda Bazirganiyê ya Amerîkayê gotarek pêşkêş kir û derbarê civîna xwe ligel Obama ragihand: “Civîna me pir serkeftî bû. Min spasnameya gelê Kurdistanê gihand Serok Obama û cîgirê wî Joe Biden, li ser wan alîkariyên leşkerî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine di şerê li dijî DAIŞê de û di vê dema teng de piştevaniya gelê kurd kirine.”
Endamên şanda Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî, ji her yek ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Wezîrê Avedaniyê Derbaz Kosret Resul, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mustefa, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman pêk hatibû.




