Serok Barzanî û Obama civiyan

Washington-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Koşka Spî û ligel Serokê Amerîka Barack Obama civiya.
Mesûd Barzanî ji bo civîna ligel Serokê Amerîka Barack Obama pêk bîne çû Koşka Spî.
Ev cara 4ê ye Serok Barzanî ji aliyê Koşka Spî ve tê pêşwazîkirin.
Serok Barzanî di derbarê mafê çarenivîsa Kurdan de bi Koşka Spî re dicive û ji Amerîkayê dixwaze di mekanîzma lawazkirina DAIŞê û jinavbirina wê de bilezîne.
Serdana Barzanî dê 10 rojan bidome û tê pêşbînîkirin ewê serdana hin dewletên Ewrûpa jî bike.
Mesûd Barzanî, cara yekemîn weke Serokê Herêma Kurdistanê, sala 2008ê serdana Amerîkayê kir. Wê demê bi Serokê Amerîkayê yê berê Geroge Bush re civiya. Mijara wan civînan li ser aştiya niştîmanî li Iraqê bû bi taybetî piştî pirsgirêk û hevrikiyên di navbera sunne û şîeyan de li Iraqê zêde bibûn.
Sala 2009ê û 2012ê jî Serok Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kiribû.




