26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Bilind a Hêlbirînê çend biryarek pesend kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi Serokatiya Serokwezîr civata hêlbirînerên Kurdistanê civiya û di wê civînê de, çend biryarên girîng hatin pesend kirin.

Îro 5-5-2015 li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civata hêlbirênerên Kurdistanê civiya û di civînê de behsa bandora rewşa niha ya Kurdistanê ya li ser prosesa hêlbirînê li Kurdistanê de hate kirin û beşdarwan nêrîn û ramanên xwe yên derbarê çawetiya pêşde birina prosesa hêlbirînê li Kurdistanê de pêşkêş kirin.

Her di civîna han de behsa raporta ew komîteyê hate kirin ku ji aliyê civata wezîran ve bo wenêrîna ew projeyên ku rastî kêşeyan hatine hate pêşkêşkirin û di nava raportê de behsa çendîn kêşe û arîşeyan hate kirin û beşdarwanên civînê jî bo çareser kirina kêşeyên han çend pêşniyar pêşkêş kirin.

Her di civîna han de derbarê ew projeyên ku rastî kêşeyan hatine çend biryar hatin stendin û biryar hate dayîn daku konferansek bo wenêrîna siyaset û steratejiya hêlbirînê li Kurdistanê de were organîzekirin.

Nûçeyên têkildar