PDK kursiyeke xwe dide kurdên êzîdî..Aliyên din pişta xwe dan wan

Hewlêr-KDP.info- Piraniya aliyên siyasî yên nava Parlamentoya Kurdistanê razînebûn ku di komîteya 21 kesî ya Parlamentoya Kurdistanê bo amadekirin û dîvdaçûna Destûra Kurdistanê nûnerek ji kurdên êzîdî beşdar bibe, lewma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji para xwe ji, kursiyekî da kurdên êzîdî.
Şêx Şamo, parlamenterê kurdên di Parlamentoya Kurdistanê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro PDKê ji para xwe kursiyek da kurdên êzîdî. PDKê berdewam xwe li kurdên êzîdî dike xwedî, ji ber ku kurdên êzîdî emaneta PDK û Barzanî ne, lewma bi erkê xwe zanîn û kursiyeke xwe dan kurdê êzîdî”
Şamo ku bi xwe endamê fraksiyona PDKê ye ragihand: “Me gellekî hewl da ku taybetmendiya kurdên êzîdî bê liberçavgirtin,ku jibilî aliyên siyasî kursiyek bi taybetî bigihê kurdên êzîdî, lê fraksiyonên partiyan ev yek qebûl nekirin, li hember de Fraksiyona PDKê îro ji min re got ku kursiyek xwe dane kurdên êzîdî.”
Şêx Şamo wiha domand: “PDK emaneta xwe bi cîh anî. Gerek hemû aliyan mîna PDK rewşa kurdên êzîdî li ber çav girtibana, lê mixabin piraniya aliyan pişta xwe da kurdên êzîdî.”
Ew komîteya 21 kesî ya Parlamentoya Kurdistanê bo amadekirina destûrê Kurdistanê, ji aliyên aliyên Kurdistanê ji hundir û derveyî parlamentoyê divê were diyarkirin.




