Şanda Vatîkan silav û spasiyên Papa gihand Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr-KDP.info- Papayê Vatîkanê spasnameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand, ew jî li ser alîkariya ku hikûmet û xelkê Kurdistanê pêşkêşî koçberên Iraqê bi giştî û yên xristiyan bi taybetî, kirine.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Komeleya Dêrên Rojhilat li Vatîkanê, Kardinal Leounardo Sandry û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de şanda mêvan silav û rêzên Papay Vatîkanê gihand Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Papa spasiya Kurdistanê dike li ser pêşkêşkirina alîkariyan û parastina koçberên Iraqê bi giştî û yên xristiyan bi taybetî spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir.
Şanda mêvan herwiha eşkere kir ku di çarçoveya vê serdana han de serî li kampên koçberan bi taybetî yên xristiyan daye û ji nêzîk ve dîtiye ku di nava wan kampan de di nava rewşeke aram û xweş de ne û Hikûmketa Kurdistanê jî tevî ku di warê darayî de lê belê gellek hevkariyên baş pêşkêşî wan koçberab kiriye, lewma spasiya xelk û hikûmetê kir.
Herwiha şanda mêvan di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku di çarçoveya serdana xwe de serî li dêrên Kurdistanê daye û bi hurî lêkolîneke bo rewşa koçberên Mesîhî yên ku li Kurdistanê ne kiriye, herwiha di civîna xwe de li dêrên Kurdistanê de ji koçberan re gotiye ku xoragir bin û koç nekin bo derve.
Di heman demê de wek Vatîkan daxwaz ji civaka navdewletî ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî kir ku zêdetir alîkariya koçberan û Herêma Kurdistanê bi giştî bikin.
Li hember de, Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye bo her awayî ji alîkariya koçberan û tekez li ser wê yekê jî kir ku Kurdistan wargeheke aram û bi ewl e ya bihevrejiyana kêmneteweyan olî û etnîkiye û ti cudahiyek di navbera ti kêmnetewekî de nayê kirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Iraqê, Mûsilê û çendîn babetên din hatin nirxandin û Nêçîrvan Barzanî jî bi rêya şanda mêvan spasiya Papa kir û silavên xwe jî pêşkêşî wî kir û hêvî jî xwest ku di demeke nêz de Papa serdana Kurdistanê bike.




