Hezar kurdên êzîdî dê li Amanya werin dermankirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Navçeyên kurdistanî yên rizgarkirî ragihand ku, bo çareserî û dermankirinê dê 1000 kurdên êzîdî bo Almanyayê bên şandin.
Nesredîn Seîd, Serokê Desteya Navçeyên kurdistanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e bo çareserî û dermankirinê dê 1000 kurdên êzîdî bo Almanyayê bên şandin. Em ligel saziyeke welatê Almanya rêkeftine ku, heta 1000 jin, keç û zarokên ku ketibûn destê DAIŞê de û rizgar bûne, bo çareseriya derûnî bo Almanya bên şandin.”
Nesredîn Seîd wiha got: “Ew kes demekê di navendeke taybet li Almanya tên çareserkirin da ku rewşa wan vegere wek berê.”
Serokê Desteya Navçeyên kurdistanî tekez kir ku ji bo azadkirina wan kurdên êzîdî ku di destê DAIŞê de mane, çi ji destê wan tê, ji wan re dikin.




