DAIŞ li Şingalê ber bi nemanê ve diçe

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, DAIŞ li Şingalê ber bi nemana dawî ve diçe, lewma kerba xwe di xaniyê xelkê re derdixe û her roj çend xaniyan diteqînin.
Eqîd Nadir Xemo, Fermandarê Pêşmerge li eniya Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên rêxistina DAIŞê yên li nava Şingalê rewşa wan pir xirab e û bi xwe jî dizanin ku dawiya wan hatiye, lewma berê xwe dane xaniyên xelkê û her roj çend xaniyan diteqînin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Piraniya riyên sereke yên Şingalê me ji DAIŞê sitendine. Ji aliyê îdarî ve rewşa wan têk çûye û her şev çend kes ji wan bi aliyê Tileferê ve direvin û yên ku mane jî bê her tişt mane.”




