26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurwatiya alîkariya Kurdistanê dike..Dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Alîkara Serokwezîr û Wezîra Derve ya Kurwatiyayê Vênsa Pusîç kir û di wê hwvdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku welatê wan amade ye ku zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike û wek karasanî di pêşerojeke nêzîk de konsulxaneya xwe li Hewlêrê ve.

Alîkara Serokwezîr û Wezîra Derve ya Kurwatiya Vênsa Pusîç, ku duh êvarê gihîşt Hewlêrê, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê, Vênsa Pusîç spasiya Herêma Kurdistanê kir ku kariye bi derfetên kêm gellek penaber bihewîne û di hemû waran de alîkariya wan bike.

Vênsa Pusîç her wiha spasiya hêzên Pêşmerge kir ku di şerê terorê de serkeftinên mezin bidest xistine û pîvan û nirxên hevbeş ên mirovahiyê parastine.

Alîkara Serokwezîrê Kurwatiya her wiha ragihand ku Kurwatiya bi qasî hêza xwe alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û dê dîsa jî alîkariyê bide Kurdistanê bi taybet di warên leşkerî û mirovî de. Herwiha tekez kir ku welatê wan amade ye ku zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike û wek karasanî di pêşerojeke nêzîk de konsulxaneya xwe li Hewlêrê ve.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda Kurwatiya kir û hêvîdariya xwe anî ziman ku şanda Kurwatiya bikaribe ji nêzîk de rewşa Herêma Kurdistanê bişopîne û tengaviyên wê di warên mirovî û leşkerî de bibîne.

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman ku deriyê Herêma Kurdistanê ji bo karsaz û sermayedarên Kurwatiya vekiriye û hikûmeta Kurdistanê jî amade ye alîkariya wan bike ji bo ku li Kurdistanê hilberînê bikin.
 

Nûçeyên têkildar