Pisporek: Nêçîrvan Barzanî di serî de girîngiyê dide hikûmetê..Gellekî dadperwer e

Hewlêr-KDP.info- Dr. Sebah Subhî, mamosteyê zanîngehê û pispor di warê partiyan de dibêje, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kesekî pir dadperwer e ji hemû aliyekî ve û berdewam fikir li berjewendiya giştî dike ji aliyê siyasî û nêrîn û hizrî de, herwiha tu carî naxwaze berjewendiya partiya wî di ser berjewendiya hikûmetê re be.
Mamosteyê zanistên siyasî û pispor di warê partiyan de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewlên Nêçîrvan Barzanî di nava hikûmetê de di pirsa lihevkirinê de, pir girîng e bo gerentiya yekrêziya di navbera aliyên siyasî de. Baştirîn belgeh jî ew e ku niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke niştimanî ye û hemû alî tê de beşdar in. Ev yek belgeh e ku Serokwezîr hewl daye ku bo yekrêzî û yekxistina navmala kurd de, bi taybetî jî di vê dema nazik de, biparêze. Herwiha Nêçîrvan Barzanî jibilî wan xalan, hewl daye di warê xizmetkirinê û çaksaziyê de.”
Dr. Sebah Subhî wiha got: “Karê Nêçîrvan Barzanî bo pêerojeke geş e, ku tevî vê qeyrana darayî û siyasî û leşkerî, lê berdewam bi awayekî piraktîkî hizir dike û pêdagiriyê dike li ser pêdviyên xelkê û hemû parêzgehên herêmê û navçeyên kurdistanî jî pêş dike.”
Wî mamosteyê zanîngehê û pispor di warê partiyan de dibêje, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kesekî pir dadperwer e ji hemû aliyekî ve û berdewam fikir li berjewendiya giştî dike ji aliyê siyasî û nêrîn û hizrî de, herwiha tu carî naxwaze berjewendiya partiya wî di ser berjewendiya hikûmetê re be.




