Dibe ku hefteya bê mûçe were dabeşkirin

Hewlêr-KDP.info- Vê hefteyê û ligel şandina mûçeyê meha Nîsanê ji aliyê Bexdayê ve, dê rasterast dest bi belavkirina mûçeyê meha Adarê were kirin.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemlan di konferanfeke rojnamevanî de ragihand ku, wî hefteya borî pêwendî ligel Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Hoşyar Zêbarî kir û wî jî jê re gotiye hefteya bê dê mûçeyê meha Nîsanê ji Hewlêrê re bişîne , lê heta niha neşandine.
Rêbaz Hemlan wiha got: “Ji wan 500 milyon dolarên ku ji Tirkiyeyê hatine, 350 milyon ji wan bo mûçeyê meha Sibatê hatiye xerckirin. Eger vê mehê mûçeyê meha Nîsanê bê Hewlêrê, emê ligel wî 150 milyonên ku ji ber pereyên Tirkiyeyê mane, wek mûçeyê meha 3yê belav bikin.”
Derbarê rêjeya wan pereyên dê ji Bexdayê were, Rêbaz Hemlan wiha domand: “Heta niha em nizanin çiqase ye.”
Hewlêr û Bexda lihev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne. Herêma Kurdistanê niha rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde dike lê Bexda hîn wek rêkeftinê pereyên Kurdistanê naşîne, lewma jî Hikûmeta Kurdistanê heta niha mûçeyê fermanberan ê meha Adarê hêj nedaye wan.




