26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Şamê 2 bomb bi karwanê berpirsekî de teqiyan

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Li paytexta Sûriyê, Şamê 2 bomb bi karwanê Rêveberê Desteya Temwînê, Lîwa Mihemed Îd de teqiyan.

Çalakvanên nava Şamê ragihandin ku, îro beriya nîvro, karwanê Rêveberê Desteya Temwînê, Lîwa Mihemed Îd di taxa Rikin Eldîn (Taxa Kurdan) re derbas dibû, lê 2 bomb bi karwanê wî de teqiyan û di encamê de ew berpirs birîndar bû.

Li gorî wan çalakvanan, Îd rakirin nexweşxaneya Tişrîn a li wê taxê û rewşa wî nediyar e.

Li gorî agahiyan, yek ji wan bombeyan bi matorekî ve bû û ya din jî di bin erdê de bû. Lê piştî teqînê hêzên ewlehiyê li wê taxê xelk dan ber guleyan û di encamê de gellek welatî birîndar bûn.

Wek her car, piştî teqînan hêzên ewlehiyê ketin rewşa amadebaşiyê de û riyên ku diçin wê taxê hemû girtin û hêzên din jî anîn wir.

Tê zanîn ku, Rikin Eldîn (Taxa Kurdan) piraniya xelkê wê, kurd in û ji zû de li wê taxê dijîn.

Nûçeyên têkildar