25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî li malbata Hemed Emîn Axayê Kak Mamendê Kulîc kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Hemed Emîn Axayê Kak Mamendê Kulîc kir. Ev jî tekesta wê ye.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata rêzdar Hemed Emîn Axayê Kak Mamendê Kulîc

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Kak Hemed Emînê kurê kak Mamend Axayê Kulîc gihîşt me. Bi vê boneya xemgîn de pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û kesûkarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Hêvîdarim eve xem û nexweşiya we ya dawî bê û xwedayê mezin Kak Hemed Emîn Axa bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.05.2015
 

Nûçeyên têkildar