26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsekî Îranê: Amerîka û Brîtanya dê Iraq, Yemen û Sûriyê parve bikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Berpirsekî bilind yê Îranê ragîhand, Amerîka û Brîtanya plana parvekirina Iraqê danaye û Co Baydin jî serperştiya wê planê dike.

Muhsin Rezayî, Sekretêrê Civata Bilind a berjewendiyên Îranê, ku li şerê heşt salî yê Îran û Iraqê, fermandarê giştî yê pasdaran bû got: Amerîka û Brîtanya, bi agehdarîya Fransa û Almanya, li bere, Iraqê bikin sê pişk, Mûsil paytexta pişka bakur be û Bexda yê pişka navîn û Besra jî, peytexta pişka başûr be û bi gotina navhatî jî: Co Baydan, keysê Iraqê birêve dibe.

Rezayî wesa jî dîyar kir, ku di wê planê daye jî: Sûrîyê jî bibe du welat, Heleb paytexta Sûriye bakur be û Şamê jî ya başûr û hevdem jî bi gotina wî: li dûv wê planê, Yemen jî, ji bo ya bakur û başûr bê parvekirin û keysê parvekirina wan du welatan jî, daye destê Erebistana Siûdî.

Wî berpirsê Îranî got jî: “Eger ew plan serbigre, dever bikêmî 20 heta 30 salên din, dê di şer û qeyranan da be.”

Nûçeyên têkildar