26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bêtirî 3 hezar û 700 koçber hatin rizgarkirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Îtalya dibêje ku tîmên wan 3 hezar û 700 koçberên neyasayî ji ava Deryaya Spî rizgar kirine û hêj operasyona rizgarkirina koçberan berdewam dike.

Berdevkê Tîmên Hawarçûna Deryayî yên Îtalyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku 3 hezar û 700 koçber îro û duhî li nêzîkî peravên Lîbyayê hatin rizgarkirin.

Li gorî wê daxuyaniyê, qaçaxçiyan aramiya ava deryayê îstismar kirine û xwestin hejmarek mezin ya koçberan bigihînin peravên Îtalyayê, lê ew koçber li nêzîk peravên Lîbyayê asê man.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku koçberên hatine rizgarkirin ji bo peravên Îtalyayê hatin veguhestin û hinek ji wan gihiştine Girava Lampedoza li başûrê Îtalyayê.
Bi gotina wî berpirsê Îtalyayê, heta niha nasnameya wan koçberên hatine rizgarkirin, nayê zanîn.
Li gorî Wezareta Navxweyî ya Îtalyayê, di demsala biharê de hejmara koçberên ku dixwazin bi rêya Deryaya Spî re xwe bigihînin Îtalyayê dibe ku bigihê 200 hezar koçberan.
 

Nûçeyên têkildar