26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fraksiyona Azadî: Serdana Serok Barzanî ji aliyê siyasî û leşkerî girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksiyona Azadî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama, ji Herêma Kurdistanê re gellekî girîng e û dê encamên wê pir baş bin, lewma em hemû li hêviya wê civînê ne.

Ebû Karwan, Serokê Fraksiyona Azadî di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serok Barzanî bo Amerîka di vê demê de gellekî girîng e ji aliyê siyasî, leşkerî û menewî ve bo xelkê Herêma Kurdistanê. Ku di civîna Barzanî ligel Obama de, wê rewşa Kurdistanê û şerê DAIŞê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê wein gotûbêjikirin.”

Serokê Fraksiyona Azadî wiha domand: “Ji her tiştî giringtir wê Dewleta Kurdî û serxwebûn werin gotûbêjkirin.”
 

Nûçeyên têkildar