26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êmînkî: Dewlet îro pêwîstiyek e

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, îro ji kurdan re dewlet pêwîstiyek e û civaka navdewletî têkeliyê ligel dewletan dikin û li Iraqê her şer û nakokî derdikevin.

Tevliheviya li Iraqê bi kîja alî ve dice? Navnîşana wê kora siyasî û fîkrî bû, ku îro yekşemê li Dihokê ji aliyê beşê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Dihokê bo Dr. Cefer Îbrahîm Êmînkî, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê saz kir.

Dr. Cefer Îbrahîm Êmînkî di wê korê de wiha got: “Îro ji miletê kurd re dewlet pêwîstiyek e, ji ber ku civaka navdewletî têkeliyê ligel dewletan dikin û li Iraqê her şer û nakokî derdikevin. Piştî şerê 2003 Iraq ket nava qonaxeke nû de, gerek ji van nakokiyan derbas biba, lê em dibînin ku rewşa wê pir aloz e. Mûçe û budceya Herêma Kurdistanê birîn û yek dinar ji Hêzên Pêşmerge re neşandin, lê belê carna gef li me dixwarin.”
 

Nûçeyên têkildar