Li eniya rojavayê Kerkûkê DAIŞ hat bombebarankirin

Rojavayê Kerkûkê-KDP.info- Berpirsê eniya rojavayê Kerkûk-Dubiz eşkere kir ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li eniya wan li çeper û navendên DAIŞê dan û gellek ziyan gihandin wan terorîstan.
Dr. Kemal Kerkûkî, Berpirsê eniya rojavayê Kerkûk-Dubiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya demekê li gundên azadkirî de, DAIŞ çen alavên çandiniyê destê xwe danîbû ser wan, lê îro bi fermî ji xwediyê wan re hatin vegerandin.”
Kerkûkî wiha got: “Vê êvarê balafirên şer ên heveymaniya navdewletî bi giranî çeper û navendên DAIŞê dan ber bombeyan, ku li wir gellekî diçûn û dihatin û metirsiya wan li ser eniya me jî hebû û me jî balafir agahdar kirin û wan jî her zû bi giranî li wan dan û gellek ziyan gihandin wan.”




