Dr. Mûsa Keval: Tirkiye û PKK dixwazin Nêçîrvan Barzanî pêvajoya aştiyê ser bixe

Hewlêr-KDP.info- Pisporê karûbarê Tirkiyê, Dr. Mûsa Keval dibêje, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roleke berçav di pêvajoya aşîtiyê li Tirkiyê dît û karî hikûmeta wî welatî û PKK ji hev nêzîk bike, ku herdu alî dixwazin Nêçîrvan Barzanî alîkariya wan bike di serxistina wê pêvajoyê de.
Hikûmeta Tirkiyê û vekirina lapera aştiyê ne bi hêsanî bû, bi taybetî piştî wî şerê bi salan di navbera Tirkiyê û PKKê de, lê ligel pêşketina Herêma Kurdistanê û bihêzbûna pêwendiyên wê yên aborî û dîplomatîkî ligel wî welatî, Nêçîrvan Barzanî deriyeke girîng ji Tirkiye û PKKê re vekir, da ku herdu alî têkevin nava pêvajoya aştî û çareseriyê.
Dr. Mûsa Keval ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cihê mitmane û baweriya gelê kurd e û rêberê PKKê di vê pêvajoyê de, û Tirkiye jî baş wî nas dike û girîngiyeke baş didin rola wî di çareserkirina pirsa kurd de û jihevnêzîkbûna PKK û Hikûmeta Tirkiyê. Ku yek astengiyên li pêşiya çareserkirina pêvajoya aştiyê li wî welatî, bê bawerî ye, ji ber ku Tirkiye û PKK baweriya wan bi hev nayê, lewma rola Nêçîrvan Barzanî girîng e da ku herdu ji hev nêzîk bibin û wî deriyeke girîng jî bo pêvajoyê li Tirkiyê vekir.”
Dr. Mûsa Keval, jibilî ku rola hebûna baweriyê di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKKê de bi xaleke girîng dizane û rola Nêçîrvan Barzanî di pêvajoya aşîtiyê de bo herdu aliyan bi girîng dibîne ku tekeziyê li ser serxistina aşîtiyê dike, hevdem Keval dibêje: “Nêçîrvan Barzanî roleke mezin di nêzîkbûna herdu aliyan de dîtiye û diyar e ku wê pêvajoyê gellek qonax derbas kiriye û piştî hilbijartinên wî welatî jî dê pêvajo berdewam be. Herwiha Ocalan bi xwe jî behsa wê yekê kiriye ku ew pişta Erdogan digire ku sîtema Tirkiyê bibe serokatî.”
Wî pisporê karûbarê Tirkiyê wiha domand: “Niha hem Tirkiye û hem PKKê jî dixwazin Nêçîrvan Barzanî zêdetir alîkariya pêvajoya aştî û çareseriyê bike. Ev yek di demekê de ye ku, Serokwezîr huqasî girîngî bi wê pêvajoyê daye ku niha herdu alî jê dixwazin ku berdewam be heta ew pêvajo ser bikeve.”
Mûsa Keval wiha got: “Pêşwîst e Tirkiye wek dewlet û PKKê wek partî jî li rola Nêçîrvan Barzanî xwedî derkevin û wê rolê jibîr nekin, ji ber ku Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn û Ewropayê jî xwedî girîngiyeke mezin e û Nêçîrvan Barzanî jî bi rastî roleke mezin di wê pêvajoyê de dîtiye.”
Keval gotina xwe wiha qedand: “Ji ber hewlên Nêçîrvan Barzanî bo serxistina wê pêvajoyê, dibe ku di dawiyê Tirkiye wek Herêma Kurdistanê hewla çareserkirina pirsgirêkên nava xwe bide û wek çawa li Herêma Kurdistanê demokratîk û federalî heye, wiha jî li Tirkiyê dûbare bibe.”




