26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi serdana Serok Barzanî bo Amerîka, helwesta wî welatî bo pêşerojê zelal dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ber bi Amerîka bi rê ket û dê ligel Serokê Amerîka Barack Obama û berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive. Derbarê serdan Serok Barzanî çavdêrekî siyasî dibêje ew serdan dê encamên pir baş jê derkevin bo Herêma Kurdistanê û dê helwesta wî welatî bo pêşerojê zelal bike.

 

Çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê Ebulhekîm Xesro ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e liberçavgirtina rewşa Herêma Kurdistanê, peydakirina pêdviyên Hêzên Pêşmerge, pêşhatên niha û pêşeroja Iraq û gerentiya navdewletî bo Kurdistanê, serkirdatiya Kurdistanê rasterast ligel Amerîka behis bike, lewma serdana Serok Barzanî bow ê mebestê ye û Amerîka jî dixwaze nas bike pêşeroja Iraqê digihê kuderê. Ku wan bi xwe gellek qurbanî dane, ji ber ku bi hukmê hinek xelkên nezan di nava hefteyekê de çend parêzgehên Iraqê ketin destê DAIŞê, lewma ev yek dihêle ku Amerîka pêwendiya ligel serkirdatiya kurd hebe.”

 

Ebulhekîm Xesro wiha got: “Serdana Serok Barzanî gellek encamên baş jê derdikevin, ji ber ku berçavroniyek zêdetir bo serkirdatiya kurd dibe û di heman demê de serkirdatiya Kurdistanê helwesta rasteqîne ya Amerîka di qonaxa bê de zelal bibe da ku siyaseta Amerîka bo pêşerojê diyar bibe.”

 
 

Nûçeyên têkildar