Serdana Serok Barzanî bûye manşêta gellek malperên cîhanî

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ber bi Amerîkayê ve bi rê ket û biryar e ku li wir ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî mîna Serokê Amerîka Barack Obama û Cîgirê wî Joe Biden bicive, vê yekê jî cihek berfireh di malperên cîhanî de girtiye û bi girîngî lê dinerin.
Serdana Serok Barzanî di vê dema şerê DAIŞê de gellek medyayên cîhanî wek rêçareyek leşkerî dibînin û bi girîng dibînin, ku bi bayex bo jinavbirina terorîstên DAIŞê li Iraqê û bi taybetî jî di şerê girtina Mûsilê de lê dinerin.
Li gorî jêderên dezgehên ragihandinên cîhanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî gihandina peyama spasiya gelê Kurdistanê bo Amerîka li hember wan alîkariyên wî welatî yên leşkerî û madî, ji çekan bi hemû curên wê û pêdviyên leşkerî.




