26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Kanadayê serdan eniya Xazir kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kanada Stephen Harper û Wezîrê Parastina wî welatî Jason Kenney çûn eniya Xazirê ya Mûsilê û ji aliyê rayedarên leşkerî yên Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Serokwezîr û Wezîrê Parastinê yên Kanadayê, îro gihîştin Hewlêrê û piştî ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn, çûn eniya Xazirê ya Mûsilê.

Harper û Kenney ji aliyê fermandeyê eniya Xazirê Roj Nûrî Şawês û fermandeyên Pêşmerge li wê eniya şer ve hatin pêşwazîkirin.

Fermandeyên Pêşmerge li ser rewşa şer agahî dan Harper û Kenney

Nûçeyên têkildar