26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî çû Amerîkayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Îro piştî nîvro Serok Barzanî piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper çû Amerîkayê.

Balyozê Amerîka li Bexdayê, Stîwart Jons derbarê serdana Serok Barzanî bo Amerîka ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê dê bi Serokê Amerîkayê Barack Obama, Alîkarî wê Joe Biden û rayedarên Pentagon û Kongreya wî welatî re hevdîtin bike.”

Koçka Spî, hem mal û hem cihê karê Serokê Amerîkayê, Barack Obama ye. Li wir Obama pêşwazî li serokên welatên cîhanê dike. Lê pir kêm serokê vê dewleta mezin di wê koşkê de pêşwazî li siyasetmedarekî dike ku serokê dewleteke ne naskirî be. Ew bûyer jî dê ligel serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Koşka Spî biqewime.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Marie Harf ragihand: "Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Amerîkayê wê heftiyekê berdewam bike."

Harf bal kişand ku ev serdana yekê ye ji Serok Barzanî re piştî 3 salan, ku di demekê de ye ku pêwendiyên siyasî û leşkerî di navbera Başûrê Kurdistanê û Amerîkayê de gihîştine asteke dîrokî.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê wiha domand: “Barzanî wê ligel berpirsên îdareya Obama de li ser hejmareke pirsan gotûbêjan bike, wek piştevaniya bihêz û berdewam a Amerîka bo Kurdistana Iraqê û gelê kurd.”

Pêşwaziya Washington li Serok Barzanî di vê asta bilind e, pêwendî bi wan guhertinan heye ku li piştî ketina rejîma Beasê li Iraqê qewimîn û hiştin ku kurd bibin xwedî bandoreke mezin li navçeyê.

 

Nûçeyên têkildar