26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zanîngeha Soran û Lasterê nexşerêyek îmze kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokên herdu zanîngehên Soran û Lasterê civiya û di wê hevdîtinê de Zanîngeha Soran û Lasterê nexşerêyek îmze kirin û Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe bo wê nexşerêyê diyar kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Serokên her du Zanîngehên Soran û Laster, Dr. Muslih Mistefa û Dr. Pawul Boil civiya.

Di civînê de Serokê Zanîngeha Lasterê behsa girîngiya tikiliyên navbera her du zanîngehan kir û projeyên heyî yên di navbera her du aliyan bi girîgn wesif kir.

Di berdewamiya civîna han de Serokên her du zanîngehan bi çavdêriya Serokwezîrê Kurdistanê nexşerêya hevbeş îmze kirin û li gor nexşerêya han vê navendeke lêkolînê were vekirin û kempeke zanîngeha Lasterê li Soranê jî were damezrandin.

Her di civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê spasiya serdana heyeta mêwan kir û balkişande ser girîngiya tikiliyên navbera her du zanîngehan û piştîriya xwe jî bo berfiretir kirina tikiliyên han diyar kir
 

Nûçeyên têkildar