26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmet dê erd û xaniyan bide malbatên şehîdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civata Wezîran Civiya û çend babetên girîng nirxand û di wê civînê de biryar da ku, erd û xaniyan bide malbatên şehîdên şerê DAIŞê.

Îro Civata Wezîran ya hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civiya û di destpêka civîna han de behsa civînê hevbeş yên di navbera Serokatiya hikûmet û Serokatiya parlementoyê hate kirin û ev civînên han bi girîng hatin nirxandin.

Di berdewamiya civîna han de Serokê komîteya destpakî Ehmed Enwer behsa kar û çalakiyên komîteya han kir û herwiha balkêşande ser kêşe û arîşeyên berdem kar û çalakiyên vê komîteyê.
Piştî re hijmareke wezîr derbarê raporta komîteya destpakî de nêrînên xwe anîn ziman.

Her di civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî piştgîriya xwe bo komîteya han diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de her yek ji wezaretên şaredarî û pilan danan jî raportên xwe pêşkêşî civata wezîran kirin û behsa kar û çalakî û projeyên xwe kirin û civat jî li ser wan kar û proje û çalakiyan jî nêrînên xwe anî ziman
 

Nûçeyên têkildar