25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka Pîrozbahiyê li Pêşmergeyên Kobanê dike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê pîrozbahî li Hêzên  Pêşmergeyên Kobanê kir.

Piştî ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji Kobanê vegeriyan, alîkarê wezîrê derive yê welatê Amerîka sipasiya Pêşmerge kir.

Li ser rûpela xwe di tora civakî Twitter de alîkarê wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarê Iraq û Îranê “Breat Makgork” nivîsiye: “Ez pîrozbahiyê li wê Hêza Pêşmerge dikim ku niha vegeriyane Herêma Kurdistanê piştî alîkariya ku pêşkêş kirin ji bo bergiryê li bajarê Kobanê dijî Têrorîstên DAIŞê bike”

Îro çaremîn yekeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di riya firokxaneya Hêwlêra Navdewletî re ji bajarê Kobanê ji Rojavayê Kurdistanê vegeryan.

Roja 28.10.2014 bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yekem car Pêşmerge çûn Kobanê, wê demê çekdarên DAIŞê bêhtirê Kobanê kontirol kiribûn, bi çûna Pêşmerge û şerê wan mil bi milên şervanên Kurd re ew bajar ji DAIŞê paqijkirin û rê li ber ketina Kobanê girtin.
 

Nûçeyên têkildar