26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêrekî siyasî: Serdana Serok Barzanî bo Amerîka gellekî girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryar e hefteya bê, Serokê Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê bike û ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama û berpirsên wî welatî bicive. Çavdêrekî siyasî jî dibêje, dê pir bi bandor be û dê Iraqê ji metrisiya DAIŞê rizgar bike.

Dr. Salih Mela Umer Îsa, Çavdêrê Siyasî û mamosteyê zanîngehê ji malpera KDP.info re ragihand: “Diyar e ku Serok Barzanî dê hefteya bê, serdana Amerîkayê bike. Vêca ew serdan di vê rewşa niha de bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî pir girîng e, ji ber ku terror metirsîdar e li ser Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Serok Barzanî jî kesayetiyeke girîng e li hemû Iraqê de û rêberekî bihêz e di şerê li dijî terorê de û welatên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ku şerê DAIŞê dikin, pêwîstiya wan bi kesayetiyeke mîna Serok Barzanî heye, da ku jihevtêgiheştin û hevahengiyek di navbera Herêmê û Amerîkayê de hebe, da ku bikaribin DAIŞ jinav bibin.”

Dr. Salih Mela Umer Îsa wiha domand: “Bi nêrîna min, ev serdan dê bibe sedema xelasbûna DAIŞê.”

 
 

Nûçeyên têkildar