26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdogan diçe Amedê

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê serdana bajarên Amed û Batmanê yên Bakurê Kurdistanê bike.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Erdogan roja şemiyê (2ê Gulanê) diçe Amed û Batmanê û tevlî merasima vekirina hinek projeyên xizmetguzariyê dibe.

Herî dawî Serokomarê Tirkiyê li ser pêvajoya çareseriyê daxuyanî dabû û gotibû ku li Tirkiyê meseleya kurdan nemaye û kî behsa meseleya kurdan bike ew cudaxwaz e.

Ji ber wê jî peyamên ku Erdogan li wan bajarên Bakur bide ji aliyê raya giştî ya kurd ve pir tê mereqkirin.

Nûçeyên têkildar