Serfermandarê Brîtanya piştevaniya welatê bo Kurdistanê dûpat kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî Serfermandarê Artêşa Brîtanya kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan piştevaniya welatê xwe bo piştevaniya welatê bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Îro çarşem 29.04.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rîçard Baronz Serok Erkanê Artêşa Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Engos Mikî Konsolê Brîtanya li Hewlêr û hejmarek ji efser û şêwirmendên artêşa Brîtanya pêkhatibû.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraqê û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan nirxandin û danustandinê bîr û ramanê di derbarê proseya azad kirina Musil û qonaxa piştî azad kirina Musilê û amadekariyên hêzên Iraqê ya azad kirina navçeyên bin desthilata Da'îş kirin.
Her di vê kombûnê da şanda mîhvan behsa rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikestdana terorîstan û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kirin û proseya meşq û rahênana Pêşmerge bi nimûneyî wesif kir.
Li beşekî dinê vê kombûnê da Serok Erkanê Artêşa Brîtanya piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge li hemû qonax û rewşek da dûpat kir.




