26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Teqîna Enkawa- Tawanbarên bûyerê mikur hatin (VÎDEO)

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê girtina terorîstan û belav kirina gotinên wan de daxuyaniyek weşand.

Îro Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê girtina her 5 terorîstên ku teqîna Enkaweyê pêk anîbûn û gotinên wan yên ku hatine belavkirin daxuyaniyek weşand ku ew jî tekesta vêy e;

Weke di daxuyaniyên berê de hatibû eşkere kirin tevahiya ew terorîstên ku kiriyara terorîstiya roja înê 17ê Nîsanê ya li Enkaweyê pêk anîbûn hatine girtin.

Ev terorîstên ku ev kiriyara terorîstî pêk anîne tîmekin ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine xeletandin û ew kiriyara han pêk anîbûn ku di encam de mixabin du welatiyên Kurd yên Bakûrê Kurdistanê şehîd ketibûn û hijmareke welatiyên din jî birîndar bibûn.

Piştî kiriyara han ya terorîstî tîmên lêkokînê yên ser bi birêveberatiya dijî terorî ser bi civata asayîşa Kurdistanê û birêveberatiya asayîşa Hewlêrê lêkokîneke berfire destpê kirin û karîn di demeke kurt de û bilez 5 terorîstên ku destê wan di kiriyara terorîstiya Enkaweyê de hebûye binçav bikin û çar ji wan terorîstan şîniyên Hewlêrê ne û yek ji wan jî xelkê Kekûkê ye û bi esil erebe. Lixwe mokir hatina wan terorîstan bi rêya vîdoyekî tê pêşkêşkirin.

Mixabin ew kesên han ji aliyê hin kesan ve hatine xapandin ku ne hêjayê vê yekê ne ku di nava civakê de bibin xwedan ti pêgehekî lewre lazime Mamosteyên olî gelek bi hişiyarî li hember pirsên olî û gencên Kurdistanê de tev bigerin û lazime li mal û kesûkarên gencan jî gelek bi hişiyarî çavdêriya kiriyarên gencên xwe bikin.

Em weke civata asayîşa Kurdistanê tekez li ser vê yekê dikin ku hizra tundrewî tişteke nediyare di nava civaka Kurd de û bi ti awayî nikare di nava civaka Kurd de cêyek bo xwe bibîne.

Herwiha spasiya hevkariyên berdewam yên xelkê Kurdistanê û dezgehên ewlekarî û herwiha helwestên nîştimanperwerane yên hinek ji kesûkarên wan terorîstên girtî dikin ku bo girtina wan hevkariya dezgehên tikildar kirine.

Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê
28-4-2015
 

Nûçeyên têkildar