25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pirsa jin û keçên kurdên êzîdî dibin Encumena Ewlehiyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, di civîna wan de ligel Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî de soz ku pirsa keç û jinên kurdên êzîdî bibe nav Encumena Ewlehiya û bi awayekî ciddî were girtin.

Şêx Şamo, Nûnerê kurdên êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro emê wek nûnerê kurdên êzîdî û birayên Tirkman û Mesîhî di Parlamentoya Kurdistanê de bi fermî ligel xanim Zeyneb Bengora, Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî civiyan. Em hemû li ser wê rewşê yekhelwêst bûn û me behsa qurbaniyên destê DAIŞê kir, bi taybetî kurdên êzîdî, ku DAIŞ nîv melyon kes koçber kiriye û 1500 dîl ji destê rizgar bûne ku piraniya wan jin in û di rewşeke xerab de ne ji aliyê deron û tendrustî de, heta zarokên xelkê jî dizîne.”

Wî parlamenterê Kurdistanê wiha domand: “Me daxwaz kir ku dezgehên ewlehiyê yên Neteweyên Yekbûyî girîngî bi wan kesan bide û alîkariya wan bide.
Şêx Şemo ragihand: Nûnerê UN soz da ku pirsa keç û jinên kurdên êzîdî bibe nav Encumena Ewlehiya û bi awayekî ciddî were girtin.”
 

Nûçeyên têkildar