Li Pîrhelanê 60 terorîst hatin kuştin

Pîrhelan-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li eniyên şer ragihand ku, ji pêr ve bêtirî 60 terorîstên DAIŞê li devera Pîrhelanê hatine kuştin û bi dehan dîl jî birîndar bûne.
Lîwa Mûsa Gerdî, Fermandarê Fermandeya Helgurd ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji pêr ve, bêtirî 60 terorîstên DAIŞê bi destê Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî hatine kuştin û heta niha termên gellek ji wan terorîstan li cihê şer in, herwiha gellek otomobîlên wan hatine têkbirin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Moralê Hêzên Pêşmerge gellekî bilind e û bo her êrişekê di rewşa amadebaşiyê de ne. Herwiha ti hêza terorîstan nemaye da ku êriş bikin ser Pêşmerge. Xelkên biyanî di nava wan de pir kêm bûne û yên ku niha ligel wan e, hemû zarok in û bi zorê wan dibin şer.”




