Serokomarê Ermenistanê: Em jî karesatên qirkirina kurdan fêm dikin

Ermenistan-KDP.info- Serokomarê Ermenistanê Sîrc Sîrkisyan bi rêya xortekî kurd, ku tevlî merasîma salvegera 100 saliya komkujiya Ermeniyan li Yerîvarê bibû, spasiya xwe gihand Parlamento û Hikûmet û xelê Kurdistanê ku dixwazin komkujiya ermeniyan wek qirkirinê nas bikin.
Cîgirê Serokê Lawên Demokrat a Cîhanê, Felah Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi nûneratiya lawên democrat ên cîhanê ku 93 welat tê de endam in, min bi nûneratiya wan serdana Yerîvanê kir û li wir di merasîma salvegera 100 saliya komkujiya Ermeniyan de beşdar bûm û me peyamek pêşkêş kir. Serokomarê Ermenistanê jî spasiya xwe gihand Parlamento û Hikûmet û xelê Kurdistanê ku dixwazin komkujiya ermeniyan wek qirkirinê nas bikin.”
Serokomarê Ermenistanê Sîrc Sîrkisyan wiha domand: “Wek çawa hûn kurd karesata me fêm dikin, em jî karesatên qirkirina kurdan fêm dikin.”
Herwiha Felah Hesen diyariyek pêşkêşî Serokomarê Ermenistanê kir û daxwaz jê kir ku bi awayekî zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bike.




