26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. DAIŞ derbeyeke din xwar

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, îro danê êvarî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li Şingalê li çeper û navendên DAIŞê dan û di wê lêdanê de 11 terorîst ji wan hatin kuştin û çend otomobîlên wan hatin têkbirin.

Muqedem Samî Hesen, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li taxa Nesre ya Şingalê li çeper û navendên DAIŞê dan.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Herî kêm di wê lêdanê de 11 terorîst ji wan hatin kuştin û çend otomobîlên wan hatin têkbirin.”
 

Nûçeyên têkildar