Nêçîrvan Barzamî: Em bo çalakirina pêwendiyên parlemen û hikûmetê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya parlemen û hikûmetê civiyan û piştî civînê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, ew bo çalakirina pêwendiyên parlemen û hikûmetê civiyan.
Îro duşemê 27-4-2015 herdu Serokatiyên Parlemen û hikûmeta Kurdistanê civiyan.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr û hijmareke wezîran serdana parlementoya Kurdistanê kir û li gel Serokatiya parlementoyê civiya.
Di civînê de her du alî behsa hemahengî û hevkariya navbera hikûmet û parlementoyê kirin.
Her di civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji Serokatiya parlementoyê kir daku hikûmet ji wan proje qanûnan yên ku pesend dike agedar bike û wan bo cîhbicîh kirinê radestî hikûmetê bike




