26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêx Şemo: Em ti hewlekê bo têkbirin û şêwandina nasnameya êzîdiyan qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê de, hemû hewlên bo cudakirina Kurdên êzîdî ji Kurdistanê red dike û dibêje, kes nikare nikare nasnameya êzîdiyan têk bibe û ti hewlekê bo têkbirin û şêwandina nasnameya êzîdiyan qebûl nakin.

Şêx Şemo, Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Merameke siyasî bo têkbirina nasnameya kurdên êzîdî heye, ev meram û her care û bi navekê xwe derdixin. Carekê bi navê kiyan û carekê bi navê kantonê. Mixabin ev hemû planin bo cudakirina kurdên êzîdî ji Kudistanê, ew alî jî piştevaniyê li van kampaniyayan dikin, ew jî li şûna ku birînên me derman bikin, bi xwîna kurdên êzîdî dilîzin.”

Şêx Şemo wiha domand: “Ev mijar eşkere bûye ku merameke siyasî li pişt e û ew kesên xwe wek nûnerên êzîdiyan nîşan didin û dixwazin kurdên êzîdî cuda bikin, ew nûneratiya xwe dikin ne ya me.”
 

Nûçeyên têkildar