Cemal Mortke: DAIŞ li pêşiya Pêşmerge bi temamî têk çûye

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Mexmûr-Guwêr ragihand ku, êrişên DAIŞê kêm bûne û nema wek berê li navendên xwe dimînin û vê yekê hiştine ku bi temamî pertewaze bûne û li pêşiya Pêşmerge bi temamî têk çûye.
Cemal Mortke, Berpirsê Eniya Mexmûr-Guwêr ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber êrişên Pêşmerge û balafirên şer ew hêza mezin a DAIŞê nehiştine, ku eger li navendeke wan 60 çekdar hebûn niha 10 kes lê nemane ku êriş bikin, ev jî nîşana wê yekê ye rêxistian wan têk çûye, lewma nikarin tu demekê êrişî ti eniyekê bikin.”
Mortke wiha got: “DAIŞ li eniya Mexmûr-Guwêr gellek kuştî dane, ku li hemû eniyên wan ligel Pêşmerge ziyanên mezin dane, bêguman hejmara kuştiyan dike ser rêxistina wan de.”




