Hêzên Zêrevanî 3 zarokên birîndar ji mirnê rizgar kirin

Keskê-KDP.info- Hêzên fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî 3 zarokên birîndar ku topa DAIŞê li mala wan ketibû, ji mirinê rizgar kirin û ew birin nexweşxaneyê.
Îro êvarî seat 05:50 çekdarên DAIŞê gundê Keskê li Zûmar hawinbaran kir û di encamê de malbateke ereb xaniyê wan bi ser wan de ket û 2 keç û kurekî 4 salî birîndar bûn.
Pêşmergeyên tabûra 2 ya Zêrevanî bi hewara wê male ve çûn û birîndarên wan veguhestin bo nexweşxaneya Zûmarê û hatin dermankirin.
Pêşmergeyên tabûra 2 ya Zêrevanî li wê deverê axa kurdistanê diparêzin û bergiriyê dikin û ti ziyan nedîtine û di rewşa amadebaşiyê de ne.
Mervê wan birîndaran gellekî spasiya Pêşmerge kirin û tekez kirin ku Hêzên Zêrevanî diyar kirin ku bi bê cudahî parastina welatiyan dikin.




