25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hêzên opozîsyona Sûriyê navçeyên din kontrol kirin

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-KDP.info- Hêzên opozîsyona Sûriyê çend xalên hêzên artêşa Sûriyê li navçeya Sehil Elxab li derdora bajarê Hemayê kontrol kirin.

Li gor çalakvanên Sûriyê, piştî 3 rojan ji şerekî giran, hêzên opozîsyonê dest danîn ser xalên Qahîre, Til Wasit, Til Etrem û Siwamih li navçeya Sehil Elxab ya Hemayê.
Hat gotin ku di şerê li derdora Hemayê de, hêzên opozîsyonê dest danîne ser tankek û çend panzêran.

Çalakvanên Sûriyê diyar kirin ku di encama şer de zêdetirî 30 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin, lê hîn ti aliyekî fermî Sûriyê ev zaniyarî piştrast nekirine.
Li heman navçeya ku hêzên opozîsyonê tê de pêşde çûne, balafirên şer yên Sûriyê navçeya Ziyare, Hewaş bombebaran kirine.

Herwiha çalakvanan gotin, helîkopterên artêşa Sûriyê bermîlên teqîner avêtin ser navçeyên Sehil Elxab.

Li aliyê din û di encama bombebarana balafirên şer ên Sûriyê de li bajarê Cisir Elşixûr yê ku duh bi temamî ket destê hêzên dijbereyê, nêzîkî 10 kesan hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
 

Nûçeyên têkildar