25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hejmara qurbaniyên Nîpalê gihişt 1800 kesî

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Het ragihandin ku, di erdheja Nîpalê de zêdetirî 1800 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara qurbaniyên erdheja Nepalê gihîşte bêhtrî hezar û 800 kesan û heta niha li piraniya navçeyên wî welatî proseya gerîna li pey qurbaniyan berdewam e.

Duhî li Nepalê di navbera Pokhara û Katmanduyê bi pileya 7,5 erdhejek çêbû. Ev erdheja herî bi hêz e ku di 80 salên derbasbûyî de li wî welatî çêdibe.

Li gora zanyariyên Wezareta Navxwe ya Nepalê, di encama wê erdhejê de heta niha hezar û 805 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne.

Di heman demê de rayedarên Nepalê ragihandine ku tê pêşbînîkirin rêjeya qurbaniyan hîna jî zêde bibe, ji ber ku beşekî qurbaniyan hîna di bin avahiyan de mane.

Nûçeyên têkildar