26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge û balafiran bi giranî agir bi ser DAIŞê de barandin

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Jêderekî ji sînorê parêzgeha Mûsilê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge li ser erdê û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li asman Başîk û Bertele agir baran kirin û 44 terorîstên DAIŞê kuştin.

Seîd Memûzînî, berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro yekşemê, topxaneyên Hêzên Pêşmerge navend û çeperên DAIŞê li Başîkê agir baran kirinb û 21 terorîstên wan kuştin.”

Seîd Memûzînî wiha got: “Herwiha di bordûmana ser Bertelayê de, bêtirî 23 terorîst hatin kuştin û 6 otomobîlên wan hatin têk birin.”
 

Nûçeyên têkildar