Şingal.. DAIŞ ber bi nemanê ve diçe

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, DAIŞ li Şingalê ji aliyê îdarî ve pir lawaz û qels bûye û bi aliyê nemanê ve dice, lewma dest bi teqandina mal û xaniyên xelkê kiriye.
Eqîd Îsa Zêweyî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Şingalê aram e. Çekdarên DAIŞê li vir bi aliyê nemavê ve diçin. Ji aliyê îdarî ve pir lawaz û qels bûne. Her car Hêzên Pêşmerge li wan didin, bi dehan term li şûna wan dimînin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “DAIŞ ji tirsa Hêzên Pêşmerge ve dest bi teqandin û şewitandina mal û xaniyên xelkê kiriye û rojane bi dehan xanî diteqîne.”
Eqîd Îsa Zêweyî wiha domand: “Piraniya riyên sereke yên nava Şingalê li wan hatine girtin û nikarin bi hêsanî hatûçûyê bikin. Ji aliyê darayî ve jî pir lawaz bûne û pêdvî nagihên destê wan.”




