26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peykera komkujiya kurdên êzîdî li Yerîvanê hat danîn

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Şandeke Desteya Bilind a Bingeha Laleş ragihand ku, di nava serdana xwe de bo Yerîvanê, peykera komkujiya kurdên êzîdî li Yerîvanê danî.

Şêx Şemo, Serokê Desteya Bilind a Bingeha Laleş ji malpera KDP.info re ragihand: “Şandeke kurdên êzîdî ku min serokatiya wê dikir, serdana Ermenistanê kir, da ku em biçin merasîma danîna peykera komkujiya kurdên êzîdî li Yerîvanê.”

Şemo û şanda pê re di dema merasîmî de gula Şingalê danîn ser peykerê, Şemo tekez kir ew çûn Yerîvanê da ku wî peykerî deynin û bibin hevbeşê xema birayên xwe yên ermen, ku ew jî rastî qirkirinekê hatine û duhî salvegera wê karesatê bû.

Serokê Desteya Bilind a Bingeha Laleş wiha doamnd: “Kurdên êzîdî li ser destê terorîstên DAIŞê rastî qirkirinekê hatine û bi sed hezaran kurdên êzîdî rastî koçberî û derbederiyê hatin û keç û jinên me hatin revandin û gellek kes jî hatin şehîdkirin, lê niha bi saya Pêşmerge kêm maye ku tevahiya Şingalê bê rizgarkirin.”

Şêx Şemo ragihand: “Piştre şanda me serdana Parlamentoya Ermenistanê kir û li wir behsa karesatên ku hatine sere kurdan kir.”
 

Nûçeyên têkildar