Viyan Dexîl ligel Klinton civiya

Hewlêr-KDP.info- Parlamantera kurd a êzîdî li Parlamentoya Iraqê, Viyan Dexîl li Washingtom ligel Wezîra Derve ya berê ya wî welatî Hillary Klinton civiya.
Nivîsgeha Parlementera Kurd ya Iraqê Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de, ragihand ku, duh 24ê Nîsanê, Hillary Klinton li Washingtonê pêşwazî li Viyan Dexîl kiriye.
Di hevdîtinekê de, Dexîl û Clinton behsa rewşa kurdên êzdî yên li cem DAIŞê dîlkirî ne û yên ku rizgar bûne, kirin.
Di bermaber de, Hillary Klinton, ku berbijêra serokatiya Amerîka ye, ragihandiye ku ew dê hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina kurdên êzdî yên cem DAIŞê bike.
Dema êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser Şingalê, çekdaran hejmarek zêde ji kurdên êzdî revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan ne diyar e.




