26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha Barzanî di avakirina Kobanî de beşdariyê dike

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî bi nîv milyon dolar beşdarî hewlên dubare avakirina Kobanê dike.

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanê û saziyên sivîl û rêxistinên navxweyî û derveyî welat kiribû ku di dubare avakirina Kobanê de alîkar bin, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî 500 hezar dolar ji bo wê mebestê xerç kir.

Destpêka meha borî, şandek ji dezgehê bi mebesta nirxandina rewşa Kobanê û zanîna pêwîstî û rêyên dubare avakirinê serdana wî bajarî kiribû, piştire şandek din berê xwe da bajêr ji bo dupatkirina zanyariyên şanda yekem û ligel xwe jî 70 ton arvan biribûn.

Cîgirê Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî Mûsa Ehmed îro, 25. Nîsnanê, taybet ji BasNewsê re ragihand ku, ew dê berdewam bin li ser alîkarîkirina bajarê Kobanê û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê. Tevî alîkarîkirina penaberên wî beşê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dimînin.

Navborî amae kir ku, daku derî li pêş dezgehên navdewletî vekin ji bo alîkarîkirin di dubare avakirina Kobanê de, di serdana şanda dezgehê ya dawî de, 2 dezgehên amerîkî jî biribûn wî bajêrî, da ku bi çavên xwe rewşê bibînin.
 

Nûçeyên têkildar