26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî: Plana jinavbirina kurdên êzîdî hat şikestin.. Gotûbêj tê kirin ku Şengal bibe parêzeh

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmareke kurdên êzîdî civiya û di wê civînê de ragiahnd ku, êzîdî jiber Kurdbûn û êzîdî bûna xwe bûne armanca terorîstan lê dijmin di cîhbicîh kirina plana xwe yaku bo ji navbirina êzîdiyan danabû rastî şikestê hat û plana wan serneket. Herwiha da zanîn ku gotûbêj li ser wê yekê jî tê kirin ku Şengal bibe parêzeh.

Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li gel hijmareke welatiyên êzîdî û nunerên Penaberên êzîdî civiya.

Di civînê de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyvek pêşkêş kir û behsa ew tirajediyan kir ku bi ser Kurdên Ezidî de hatine meşandin ku berdewamiya ew karestanin yên ku bi ser gelê Kurd de hatine û got: “Êzîdî jiber Kurdbûn û êzîdî bûna xwe bûne armanca terorîstan lê dijmin di cîhbicîh kirina plana xwe yaku bo ji navbirina êzîdiyan danabû rastî şikestê hat û plana wan serneket.”

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku niha rewş ji rewşa salên derbasbûyî baştir û tevahiya rêyên devera Şengalê hatine vekirin û tevahiya gelê Kurd û civaka cîhanî piştgîriya Kurdên êzîdî dike û pêşmergeyên Kurdistanê jî bi xwîna xwe devera wan diparêzin.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaz ji kurdên êzîdî kir daku hizra vê yekê nekin ku kerameta wan hatiye şikandin jiber ku keramet û şerefa êzîdiyan şerafet û kerameta gelê Kurd e û herwiha daxwaz ji wan kir daku bêhêvî nebin û omîda wan hebe jiber ku pêşeroj ya êzîdiyane.

Serok Barzanî herwiha ew yek jî eşkere kir ku vê di çarçoveya bernameyekî giştî ya leşkerî de tevahiya deverên wan tên azadkirin û di warê abûrî û xizmetgozarî de vê girîngiyeke taybet ji deverê re were dayîn.

Serok Barzanî got: Dibe pêşeroja êzîdiyan were gerentîkirin û nabe ti careke din rê were dayîn ku karesatên wisa dûbare bibin û lazime tevahiya derfetan ji êzîdiyan re werin amadekirin daku bikaribin deverên xwe biparêzin û gotûbêj li ser wê yekê jî tê kirin ku Şengal bibe parêzeh.”

Derbarê pêşeroja deverê û çarenûsa Kurdên Ezidî de Serok Barzanî got: “Mafê ti kesekî tuneye ku çarenûs û pêşeroja êzîdiyan destnîşan bike jiber ku êzîdî bo xwe xwedan maf û xwedan biryarin û biryar li ser nasnameya xwe ya netewî didin û çi biryar dan lazime ew biryara han were cîhbicîhkirin.”

 

Di beşeke din ya civîna han de Kurdên êzîdî jî spasiya Serok Barzanî kirin ku gelek xemxorê û hevsozê wan bûye û çûyîna Serok Barzanî bo çiyayê Şengalê bi bûyereke dîrokî wesif kirin.

 

Ezidî herwiha spasiya hêzên pêşmerge kirin ku Kurdên êzîdî parastine û bo azad kirina deverên wan xwîna xwe bexşîne û herwiha tekez li ser vê yekê kirin ku nasnameya wan ya netewî Kurd bûna wane.

Nûçeyên têkildar