32 kurdên êzîdî rizgar bûn

Şingal-KDP.info- Rêveberê Asayişa Şingalê ragihand ku, 32 kurdên din ên êzîdî ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne û niha bi selametî gihîştine nav Pêşmerge û ji wir dê bo parêzgeha Dihokê bên şandin.
Qasim Simo, Rêveberê Asayişa Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev 3 roj in ku asayiş mijûlî rizgarkirina 32 kurdên êzîdî ye û bi dilxweşî şevê din me karî wan bi selametî bigihînin nav Hêzên Pêşmerge û niha dê bo parêzgeha Dihokê bên şandin û ji wir bo nexweşxaneya Azadî bên şandin bo pêkanîna pişkinînê ji wan re.”
Simo wiha got: “Ew 32 kes, 22 kes ji wan jin in û 9 jî zarok in.”




