Iraq balafirên Êranî yên ku diçin Sûriyê control dike

Hoşyar Zêbarî wezîrê derve yê Iraqê ragihand, ku Iraq dixwaze, balafirên Êranî yên ku li ser esmanê Iraqê ber bi Sûriyê diçin kontorol bike.
Ajansa Firansa yê ragihand ku di hevpeyvîna Hoşyar Zêbarî, digel rojnameya El-Heyat de hatiye, Iraqê garantî daye rayedarên Emrîkayê ku bi zorê balafirên Êranî yên ku ber bi Sûriyê diçin bide sekinandin û wan kontorol bike.
Zêbarî dayexuyakirin ku, me Tehran agadar kiriye ku emê wan balafiran kontorlo kin û em naxwazin herêma esmanî ya Iraqê bibe rêya derbaskirina çekan bo Sûriyê.




