Serok Barzanî: Pişt bi xwedê di van rojan de tevahiya deveran tên azadkirin û dawî jî li DAIŞê tê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li gel Tirkmanên Telefer û Avgenî civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, pişt bi xwedê di wan rojan de tevahiya deveran ji destê DAIŞê tên azadkirin û dawî jî bi DAIŞê tê.
Di çarçoveya civînên xwe yên bi pêkhateyên Kurdistanê re îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li gel welatiyên Tirkman yên devera Telefer û Avgenî civiya.
Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û got: “Şikoya terorîstên DAIŞê li ser destê hêzên pêşmerge hatiye şikandin û hêzên pêşmerge karîne beşeke zêde ji deverên di destê terorîstan de azad bikin û di rojên pêşiya me de vê hijmareke deverên din jî werin azadkirin.”
Derbarê wan kesan de yên ku hevkariya terorîstên DAIŞê kirine Serok Barzanî got: “Her kesek ku hevkariya terorîstan kiribe ji her pêkhateyeke olî anjî etnîkî dibe bila bibe vê çarenûsa vî jî weke çarenûsa DAIŞê be û ew kesên ku li dijî DIŞIê şer kirine birayên me ne û bihevre di nava yek senger dene.”
Derbarê çareser kirina kêşeyên wan welatiyan de jî Serok Barzanî got: “Çareseriya bingehîn ya kêşeyên we ewe ku hun bi serfirazî wegerin ser warên xwe û jiyaneke şerefmendane biser bibin û pişt bi xwedê di wan rojan de tevahiya deveran ji destê DAIŞê tên azadkirin û dawî jî bi DAIŞê tê.”




