25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdogan pêşwazî li Fûad Mehsûm kir

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan ragihand ku, kiryarên rêxistina DAIŞê nayên qebûlkirin. Herwiha da zanîn ku, pêwîst e DAIŞ li Iraq û Sûriyê were jinavbirin û ji bo wê yekê jî, pêwîstî bi setratejiyeke girîng heye.

Recep Tayyip Erdogan li Koşka Aksaray pêşwazî li Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm kir û piştî wê civînê konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin û tê de bersiva rojnamevanan dan.

Erdogan di serî se behsa pêwendiyên di navbera Enqere û Bexdayê de kir û bi girîng da zanî, herwiha tekez kir ku, ewê berdewam bin li ser bihêzkirina wan pêwendiyan û dê li ser alîkariyên xwe bo Iraqê berdewam bin.

Serokomarê Tirkiyeyê wiha got: “Kiryarên rêxistina DAIŞê nayên qebûlkirin. Emê berdewam bin li ser piştevaniya Iraqê di şerê li dijî terorê de. Ne tenê li Iraqê, teror li kîja cihî hebe emê rûbirûyê wê bibin. Pêwîst e DAIŞ li Iraq û Sûriyê were jinavbirin. Ji bo wê yekê jî, pêwîstiya me bi setratejîke girîng heye.”

Derbarê pêwendiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, Erdogan wiha domand: “Pêwendiyên me baş in. Bi taybetî di warê aborî de. Niha têkeliyên bazirganî di navbera me de dighêjin 11 milyar dolaran. Em dixwazin wê hejmarê bikin 20 milyar û em dikarin jî bikin, ji ber ku berê tenê 5 milyar bû.”

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm amaje bi wê yekê kir ku, “Tirkiyeyê ji aliyê leşkerî û mirovî ve gellekî alîkariya Iraqê kiriye. Hejmarek leşkerên Iraqê li Tirkiyeyl perwerdeya leşkerî dibînin.”

Fûad Mehsûm wiha got: “Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Enqere bihêztir bikin, ji ber ku di berjewendiya herdu aliyan de ye.”
 

Nûçeyên têkildar